Dinya

NATO biryara ji Efxanistanê vekişandina eskerên Amerîkayê "zû" dibîne

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg der heqê kêmkirina jimara eskerên li Efxanistanê yên Amerîkayê da wiha axivî: "Veqetîna zûtirîn yan jî ya bê kordîne dibe ku bibe sedema bedeleke pir zêde."

İbrahim Atmaca  | 17.11.2020 - Rojanekırın : 18.11.2020
NATO biryara ji Efxanistanê vekişandina eskerên Amerîkayê "zû" dibîne

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg der heqê kêmkirina jimara eskerên li Efxanistanê yên Amerîkayê da wiha axivî: "Veqetîna zûtirîn yan jî ya bê kordîne dibe ku bibe sedema bedeleke pir zêde."

Stoltenberg der barê mijarê da daxuyanî da û diyar kir, NATO derbarê mîsyona wê ya li Efxanistanê da bi Amerîkayê ra di nav têkiliyê da ne.

Stoltenberg got, "Em vêga bi biryareke dijwar ra rûbirû ne." û wiha dewam kir:

"Nêzî 20 salan e em li Efxanistanê ne û tu endamê NATOyê naxwaze zêdetir bimîne. Di heman demê da veqetîna zûtirîn yan jî ya bê kordîne dibe ku bibe sedema bedeleke pir zêde. Efxanistan careke din jî cihê rîskê ye ku terorîstên navneteweyî êrîşan lê plan û organaîze bikin. DEAŞa ku li Sûriye û Iraqê têk çû, dibe ku dewleta xwe ya terorê li Efxanistanê cardin ava bike."

Stoltenberg daxuyand, NATO ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Efxanistanê li vî welatî hebûna xwe pir kêm kir û wiha dewam kir, "Vê gavê li Efxanistanê ji 12 hezarî kêmtir eskerên NATOyê hene. Ji nîvê zehfê wan eskerê Amerîkayê nînin. Amerîka heke eskerên xwe vekişîne jî NATO wê perwerdekirin, şêwirmendî û mîsyona alîkariyê seba hêzên ewlehiyê yên Efxan bidomîne."

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ra telîmat şandibû ku eskerên Efxanistan û Iraqê werin vekişandin. Piştî vê telîmatê seba mijarê plan hatibû kirin. Hatibû gotin ku li gor telîmatê esker wê heta 15ê rêbendanê werin vekişandin û tenê her yekî 2 hezar û 500 esker wê li van her du welatan bimînin.

Li Efxanistanê 4 hezar û 500, li Iraqê jî 3 hezar eskerên Amerîkayê hene.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.