Haydar Karaalp
16 Adar 2026•Rojanekirin: 16 Adar 2026
BEXDA (AA) - Li Bexdaya paytextê Iraqê li pey hevdu dengê teqînê hat bihîstin.
Li paytext Bexdayê li pey hevdu dengê teqînê hat bihîstin.
Çapemeniya herêmî ya Iraqê îdia kir ku li dijî baregeh û ofîsa destekê ya dîplomatîk a Amerîkayê yên li Balafirgeha Bexdayê, êrîş hatin lidarxistin.
Hatibû ragihandin ku hêzên Şiî yên ku Îran piştgiriyê dide wan, bi droneya tîpa FPVyê li dijî Baregeha Victoriayê êrîş kirin û dîmenên êrîşan hatibûn parvekirin.
Meqamên Iraqê derbarê dengên teqînan da heta niha daxuyanî nedan.