HKIyê ragihand ku ji ber êrîşên li herêmê hilberîna neft û xaza siruştî hat sekinandin
Arbil
Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku ji ber êrîşên "milîsên dere qanûnî" li herêmê hilberîna neft û xaza siruştî hat sekinandin û neft tune ku îxrac bikin.
Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya HKIyê derbarê îdiayên ku Wezareta Neftê ya Iraqê destûrê nade bi xeta boruyê ya Bendêrgeha Ceyhanê ya li Tirkiyeyê ya Hewlêrê neft bê neqilkirin, daxuyanî da.
Hat diyarkirin ku îfadeyên Bexdayê dererastî ne, hewl didin li raya giştî agahiyên şaş belav bikin û wiha hat daxuyandin, "Hikûmeta heyî ya li Bexdayê, ji meha rêbendanê vir va bi hinceta nûkirina Pergala Otomasyonê ya Daneyên Gumrukê (ASYCUDA) li ser Herêma Kurdistana Iraqê ambargoyek hişk sepand û destûr neda ku ji bo bazirganan dolar were temîn kirin."
Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya HKIyê ragihand ku, ji ber êrîşên dijî herêmê, li herêmê hilberîna neft û xaza siruştî hat sekinandin.
Hat daxuyandin ku, "Bexda, amade nîne ku li dijî van êrîşan li ber xwe bide û bergirîyên ku bikaribin van êrîşan bidin rawestin jî tune ne. Piraniya van êrîşkaran ji Bexdayê mehane distînin, tên biçekkirin û fînansekirin. Mehaneya miletên Kurd jî timî derengî tê xistin û ji mîqdara divê bê dayîn kêmtir tê şandin."
Wezareta Neftê ya Iraqê daxuyandibû ku ji ber qeyranê li termînalên li başûrê herêmê îxracata neftê rawestiya, li pey vê ji bo li xeta bakur (Bendêrgeha Ceyhanê ya li Tirkiyeyê) îxracat ji nû va dest pê bike hewl dabûn, lêbelê HKIyê di vê pêvajoyê da destûr nedabû.
