İbrahim Atmaca
11 Sibat 2020•Rojanekirin: 18 Sibat 2020
Li paytextê Iraqê 12 sal şûnda berf barî û Bexda spî çîl kir.
Li gor Saziya Meteorolojiyê ya Iraqê, li Bexdayê 12 sal e berf nebariye û serê sibê barî.
Digel Bexdayê berf li bajarên naverast û başûrê welêt ên wek Kerbela, Babîl, Necef û Dîwaniyeyê jî barî.
Li Herêma Kurdistana Iraqê jî ji ber berfê îro tetîla fermî hat ragihandin.
Hat gotin ku tesîra sermaya ku berf bi xwe ra anî, wê sibê bişkê.