Türkan Tosun
11 Sibat 2020•Rojanekirin: 12 Sibat 2020
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê Gulana 2017an da li civîna Astanayê 4 cihên Sûriyeyê yên pevçûn lê zêde ne wek "herêma kêmkirina rageşiyê" îlan kirin.
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, ya li hemberî Reyhanliya navçeya Hatayê hema bibêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Rejima Esed ji bilî Îdlibê cihên mayî bi piştgiriya Rûsyayê bi dest xist.
Ji sê herêmên kêmkirina rageşiyê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derket 4 milyonî, rejim û piştgirên wê hewl didin Îdlibê bi dest bixin.
Di dawiya 2017an da hêzên rejimê êrîşên xwe zêde kirin, ji Sibata 2018an pê va jî qadeke 3 hezar kîlomêtroqereyî ya Balafiregeha Ebu Zuhurê jî di nav da ye bi dest xistin.
Hêzên rejimê nîşaneyên operasyona Îdlibê nîşan dabûn û koça mezin a ber bi sînorê Tirkiyeyê va dabûn destpêkirin.
Di 17 Îlona 2018an da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hemtayê wî yê Ûris Vladîmîr Putîn li Soçiya bajarê Rûsyayê li hev kirin, lê rejim û piştgirên wî dîsa jî êrîşên xwe domandin.
Ji dîroka lihevkirinê heta niha 1800 sivîl hatin kuştin, ji Çileya Paşîn a 2019an vir va milyonek û 767 hezar kesan koçî sînorê Tirkiyeyê kir.
Li Îdlibê ji ber ku kamp tije bûn qadeke kon lê bên vegirtin nema, alîkariyên mirovî kêm bûn û bi hezaran sivîl cih nabinin ku xwe bispêrin. Êrîş û qeyrana mirovî her ku diçe zêde dibe.
- Gulana 2019an: Êrîşên rejimê bûn operasyonên rêbejayê
Hêzên rejimê di Sibata 2019an da guh nedan peymana Soçiyê û êrîşên xwe zêde kirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar di 10ê Gulana 2019an da daxuyandibû êrîşên rejimê li başûrê Îdlibê zêde bûn û ji Gulanê pê va jî wek operasyona bejayî guherî.
Hêzên rejimê û piştgirên wî ji vê dîrokê pê va di nav 9 mehan da li navçeyên Kefrenbude, Xan Şêxun, Maraatînuman, Seraqibê û başûr û başûrê rojhilatê Îdlibê, bakur û rojavayê Hemayê, rojava û başûrê Helebê bi êrîşan va bi dest xistin.
Rejimê bi vî awayî nîvê Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê bi dest xist.
- Cihên çavdêriyê yên TSKyê jî hatin bombebarankirin
Tirkiye ji bo ku vê qeyrana mirovî çareser bike, koçeke mezin li ber bi axa wê va û Ewropayê va çênebe hewl dide. Hêzên rejimê li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê êrîşên xwe zêde kirin ku ji 12 cihên çavdêriyê yên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ya jimara wê 9 e ya bi navê Morîk di Tebaxa 2019an da bi destxistina Xan Şêxunê va hat dorpêçkirin.
Piştî vê cihên çavdêriyê yên TSKyê ya jimara wê 8 e Sirman, ya jimara wê 7 e Til Tukan, ya jimara wê 5 e Raşîdîn û ya jimara wê 6 e Tey Eys jî ji hêla hêzên rejimê va hatin dorpêçkirin.
Hêzên rejimê êrîşî eskerên TSKyê kirin. Di êîşan da 7 esker di 3yê sibatê da, 5 esker jî duh şehîd bûn.