İbrahim Atmaca
14 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2020
Ji mayînên ku milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê li başûrê Trablusa paytext bi cih kirine, yek jê teqiya û 3 zarok tê da birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera Facebookê ya Operasyona Xezeba Hêrsê ku artêşa Lîbyayê dike, hat dayîn; li başûrê paytextê, li herêma Halleyê mayîn teqiya û ji heman malbatê 3 zarok birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da qala dema bûyerê û cihê teqînê nehat kirin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric duh di civîna çapemeniyê da wiha gotibû: "Ji ber teqemenî û mayînên li Trablusê 52 kes mirin, 96 kes birîndar bûn."
Artêşa Lîbyayê di 22yê gulanê da daxuyanî dabû û diyar kiribû ku milîsên Hefter beriya ku ji başûrê Trablusê birevin, li qadên jiyanê yên sivîlan teqemenî û mayîn wek defik danîne.