Dinya

Li Sûriyeyê ji ber perwerdeya îdeolojîk gel bertekê nîşanî YPG/PKKya rêxistina terorê da

Gelê herêmê û mamosteyan li Sûriyeyê ji ber mecburîkina mifredata perwerdeya îdeolojîk bertekê nîşanî YPG/PKKya rêxistina terorê dan û gotin ew vê tevgera rêxistinê qebûl nakin.

14.07.2020 - Rojanekırın : 14.07.2020
Li Sûriyeyê ji ber perwerdeya îdeolojîk gel bertekê nîşanî YPG/PKKya rêxistina terorê da

Deyru z Zor

 Gelê herêmê û mamosteyan li Sûriyeyê ji ber mecburîkina mifredata perwerdeya îdeolojîk bertekê nîşanî YPG/PKKya rêxistina terorê dan û gotin ew vê tevgera rêxistinê qebûl nakin.

Li gor çavkaniyên herêmî terorîstên YPG/PKKyî li herêmên ku dagir kiriye mifredata perwerdeyê ya rejima Esed û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) qedexe kir.

Rêxistin dixwaze ji dibistana seretayî bigire heta lîseyê bi perwerdeyeke îdeolojîk û milîtarîst va zarokan bihêvoje.

Li Dêrazora ku gelek Ereb lê dijîn welatî û mamosteyan bertek nîşanî vê dan û der barê mifredata îdeolojîk ya rêxistinê da daxuyanî dan.

Di daxuyaniya ku li ser medyaya civakî hat weşandin da hat gotin mifredata ku rêxistin mecbur dike ne li gor nirxên dînî û exlaqî ya herêmî ye û ew naxwazin zarokên wan bi vê perwerdeyê va bên perwerdekirin.

- YPG/PKK qada xwe ya mifredata îdeolojîk berfireh dike

YPG/PKK li cihên ku dagir kiriye ji sala 2016an pê va di qada perwerdeyê da mifredata îdeolojîk berfireh dike.

Rêxistinê naveroka dersên dibistana seretayî û dibistana navîn guherand û meha borî jî ev guherandin heta polên 12emîn berfireh kir.

Bi vî awayî rêxistinê dest da ser pergala perwerdeyê ya dibistanên girêdayî rejima Esed jî.

- Mifredata îdeolojîk a rêxistinê

Rêxistin li dibistanan her sibe diruşmeyên wekî "Hetanî ji Ocalanê serokê me ra azadî neyê, jiyan nabe" dide gotin.

Di pirtûkên mecburî da li hinek rûpelan gotinên serokê PKKyê hene.

Diruşmeya "Sermamoste Ocalan" dixin hişê zarokan û di hemû cejn û şahiyan da posterên Ocalan didin destê wan.

Di pirtûkên ku bi rengên rêxistinê hatine amadekirin da sirûdên "Xebat û Têkoşîn" û "Ez Şehîd im" hene ku vana zarokan didin jiberkirin û îdeolojiya rêxistinê hînî wan dikin.

Ji bilî van di pirtûkan da wêneyên terorîstên ku li Sûriyeyê di pevçûnan da hatine kuştin û helbestên ji bo wan hatine nivîsandin jî hene.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.