2016 ж. 22 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 22 наурыз
BRÛKSEL
Wezîrê Karên Navxweyî yê Belçîkayê Jan Jambon ragihand, piştî ku li Balafirgeha Zaventemê ya Brûkselê du teqîn çêbû, li welêt alarma terorê hat berzkirin.
Jambon diyar kir, yek jê rayedarê emniyetê di teqînan da herî kêm 11 kes mirin, gelek kes birîndar bûn.
Li Brûkselê hemû çûyîn û hatinên balafiran hat betalkirin.
Li Balafirgeha Zaventemê ya Brûkselê serê sibê dema ku çûyîn û hatin zêde bûn, du teqîn çêbûn.
Berdevkê balafirgehê Anke Fransen diyar kir, li çaviya rêwiyên ku diçin du teqîn çêbûn, gelek birîndar hene.
Piştî teqînê balafirgeh hat valakirin.
Saziya weşanê ya Belçîkayê VRTyê daxuyand ku di teqînên li balafirgeha Brukselê de 13 kes mirin.