2016 ж. 22 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 23 наурыз
BRUKSEL
Hat ragihandin ku di êrîşên terorê yên li Brukselê da, li îstasyona metroyê 20, li balafirgehê jî 14 kes mirine û hejmara miriyan gihiştiye 34an.
Li gor nûçeya rojnameya Le Soîrê ku çavkaniya wê Dozgeriya Brûkselê ye, li du êrîşên li balafirgeha Brûkselê da 11 kes mirin û 81 kes birîndar bûn.
Di êrîşa ku li îstgeha metroyê ya Maalbeekê da hat kirin jî 15 kes mirin, 55 kes birîndar bûn.
Di teqîna li ser kolana La Loiyê jî, ji ber pakêteke biguman ku bi kontrol hat teqandin, çêbû.
Îro serê sibê li Brûksela paytextê Belçîkayê êrîşa terorê li ser Balafirgeha Zaventemê û îstgeha metroyê ya Maelbeekê hat kirin. Piştî van êrîşan alarma terorê hat dayîn, balafirgeh hat valakirin, hemû sefer hatibûn betalkirin û îstgehên metroyê hatibûn girtin.
Serokwezîrê Belçîkayê charles Mîchel, piştî êrîşê daxuyanî da û banga piştevaniyê kir.
Piştî êrîşan li hemû welatên Ewropayê alarma terorê hatibû dayîn.
Hejmara miriyan gihîşte 34an
Saziya weşana kamuyê VRTyê daxuyand ku di teqîna metroyê de 20, di teqînên balafirgeha Brukselê de jî 13 kes mirin.
Piştî êrîşan asta tevdîrên ewlehiyê hat zêdekirin. Balafirgeha Brukselê hat valakirin, hemû sefer hatin betalkirin û rawestgahên metroyê hatin girtin.
Serokwezîrê Belçîkayê Charles Mîchel piştî êrîşan di daxuyaniya xwe ya ewil de got ku divê bi aqlêselîm bê tevgerîn û hevkarî bê kirin.
Piştî êrîşan li gelek welatên Ewropayê hişyarî hat dayîn.
Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel, "Îro ji bo welatê me rojeke reş e. Divê em xweragirtî bin û destgiriya hevdu bikin"
Berdevkê yekeya gihandina Brukselê Guy Sablon: "Di êrîşa îstasyona metroya Maelbeekê da hêrî kêm 15 kes mirin û 55 kes jî birîndar bûn."
Kanala VTMyê ya Belçîkayê got ku li balafirgeha Brukselê êlekekî xwekujiyê ya ku neteqiyaye hat îmhakirin. Li Zanîngeha Brukselê jî hat valakirin û pakêteke bişik bikontrol hat teqandin. Li bajarê Lîegeyê jî santrala nukleerê hat tahliyekirin.