2016 ж. 19 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 20 наурыз
BRUKSEL
Kona ku PKKya rêxistina terorê bi destûra birêvebiriya Belçîkayê li pişt avahiya Konseya YEyê yê ku lê zîrveya YEyê ya ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdar bû lê tê kirin, hat valakirin.
PKKyiyan tenê du roj piştî êrîşa terorê ya li Enqereyê li pişt avahiya Konseya YEyê kon vedan û piştî berteka ku Tirkiyeyê nîşan da mecbûr man ku konê biterikînin. Paçikên ku sembola rêxistina terorê ne û pankartên li ser konê hatin rakirin û polêsan bergiriyên xwe zêde kirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin polêsan ji PKKyiyan xwest ku seranserê zîrveyê neyên konê û xwepêşandanê nekin.
Digel vê yekê berê sibê komeke biçûk bi du pankartên ku ji nav konê derxistin xwest ku ber bi avahiya konseyê ya ku zîrve lê tê kirin ve bimeşe. Polêsan li kolanên navîn PKKyî asteng kirin û destûr hat dayîn ku PKKyî ji rêyeke din biçin cihekî nêzî avahiya konseyê.
Rayedarekî polêsan got ku Şaredariya Brukselê destûra xwepêşandanê daye PKKyiyan.