2016 ж. 19 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 19 наурыз
REQA
Hat ragihandin ku balafirên artêşa Sûriyeyê di dema nimêja înê de êrîşa hewayî birin ser bajarê Reqayê yê ku dikeve bakurê welêt, di êrîşê de 17 sivîl mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî yên li Reqayê sitandin balafirên şer ên artêşê di dema nimêja înê de li Reqayê êrîşa hewayî birin ser 8 cihên cuda. Di êrîşê de 5 jê jin, 7 jê zarok bi tevahî 17 sivîl mirin, 35 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyan dan zanîn ku balafirên şer ên rejimê bi taybetî di dema nimêja înê de cih û warên jiyanê hedef girtin û da zanîn ku kesên di encama bombebaranê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li bajêr. Reqa dikeve bakurê welêt û bajar ji sala 2014an vir ve di bin kontrola DAEŞa rêxistina terorê de ye.