2016 ж. 26 қыркүйек•Rojanekirin: 2016 ж. 27 қыркүйек
ŞANLIURFA
Evdilkerîm el Ubeydê ku ji yek rêvebirê payebilind ê Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk e (HSD) û ji rêxistinê veqetiyaye daxuyand ku HSD li Sûriyeyê ji Amerîkayê piştgiriyê digre û xwe li pişt PYD/PKKê vedişêre, HSD di rastiyê de PKK ye.
PYDya şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê PKKê di 12ê cotmeha 2015an de komên biçûk ên ku ji şervanên ereb pêk tê bi alîkariya Amerîkayê di bin banê HSDê de kom kiribû.
Amerîkayê alîkariya HSDê zêde kiribû û rêxistinê jî gelek axên Sûriyeyê yên li ser sînorên Tirkiyeyê bi dest xistibû û derbasî rojavayê Çemê Firatê bûbû.
Ji yek rêvebirê payebilind ê HSDê Evdilkerîm el Ubeyd bi şerta ku ciyê wî neyê eşkerekirin ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku rêxistin di rastiyê de di bin kontrola PKKê de ye.
Fermandarê ereb Ubeyd got ku qasî 20 roj ewil jî ew di nav HSDê de bû, lê dema ku wan xwestiye ku axên ereban bi xwe kontrol bikin milîtanên PYD/PKKê destûr nedane û ew jî ji rêxistinê veqetiyaye.
Ubeyd wiha axivî: "Hemû biryaran PKK dide. PKK ne bi tenê li ser HSDê li ser PYDê jî desthilat e. Ji bo ku bigîhîje armanca xwe ya cudaxwaz, vê armancê veşêre û axên ku di destê xwe de bibe desthilat HSDê wek navekê bi kar tîne. Fermandarê HSDê Şahîn Culu jî di rastiyê de fermandarekî payebilind ê PKKê yê. Depoyên çekan û aboriya HSDê jî hemû di destê PKKê de ye. Cihên zêde ne girîng in dane rêxistinên din, yên din di destê wan de ye.Tugaya Selçukiyan a ku ji şervanên tirkmenan pêk tê ji bilî navê xwe tu tiştî nikare bike. Serokê wê Talal Sîlu her çiqas berdevkê HSDê be jî, bêyî PYD/PKKê nikare tu gotinekê jî bibêje."
- PYD/PKKê hêzên ereb bêqîmet kir
Ubeyd got ku rêxistinê nehîştiye ku ew eniyeke ereban ava bikin û wiha axivî: "Hêzên Es Sanadîd û Tugayên Et Tahrîrê yên ku di nav HSDê de cih digrin alîkarî kirin ku rêxistina terorê DAEŞê ji bakurê Sûriyeyê bên paqijkirin. Lê niha ew avêtin asta duyemîn. Li Tel Abyadê çima ku eleqe nîşanî Tugayên Tahrîrê dan fermandarên HSDê ji vê eleqeyê aciz bûn. Me xwest ku em di nav van hêzan de ji bo ku mîzanek çêbibe em eniyeke ereban ava bikin. Lê bertek nîşan dan û destûr nedan. Em jî mecbur man ku paşve vekişin."
- Armanc "Kurdistana Mezin" e
Ubeyd diyar kir ku fermandarên PKKyî xwe wekî HSDyî nîşan didin û dixwazin pêşiyê li Sûriyê rêveberiyeke nijadî ava bikin û dû ra berê xwe bidin Tirkiyê û wiha pê da çû:
"Pir eşkere behs dikin ku dixwazin li bakurê welêt bi sazkirina kantonan va Kurdistana Sûriyê ava bikin û piştî ku li vê derê îstiqrar çêbû, berê xwe bidin Tirkiyê û projeya damezirandina Kurdistana Mezin bi rê va bibin."
Ubeyd destnîşan kir ku ji deverên kurdan gelek ciwanan berhev dikin û seba perwerdeya çekdarî, wan dişînin çiya û herêmên li Tirkiyê.
- Qendîl kantonan bi rê va dibe
Ubeyd bal kişand ku li ser kantonên ku PYD pesna wan dide û wan wekî rêveberiyên nûjen nîşan dide, kesên ku ji kadroya Çiyayê Qendîlê ya PKKyê hatine, hene û wiha berdewam kir:
"Heseke nimûneyeke vê ye ku ji aliyê kesekî bi navê Karazan ê ji kadroya PKKyê va tê birêvebirin. Piraniya deverên di kontrola PYDyê da herêmên kurdan nînin. Gelek malbatên ku zarokên wan di pevçûnan da mirin, ji wê yekê nerazî ne ku ji Qendîlê yek radibe, tê û wan bi rê va dibe."
DYA rê nîşanî HSDyê dike
Ubeyd diyar kir ku DYA ji her tiştekî ku di nava HSDyê da diqewime, beled e û rê nîşanî wê dide û wiha pê da çû, "Bi tenê mijara nakokiya di navbera wan da Minbic bû. DYAyê dixwest êrîşî Reqaya di kontrola DAEŞê da bike, lêbelê lîderên PKKyî jî xwestin ku berê xwe bidin Minbicê."
Ubeyd der barê hebûna PYD/PKKyê ya li rojavayê Feratê da jî agahî parve kir û wiha got:
"Zanyariyên ku dibêjin hêzên PYDyê ji Minbicê vekişiyan rojhilatê çemê Feratê, ne rast in. Ev unsûr hê jî li navenda bajêr in."
- Ereb tên tehcirkirin
Fermandarê Et-Tahrîrê Ubeyd wiha qala polîtîkaya PYD-PKKyê ya ku di bin navê HSDyê da li hemberî ereban dimeşîne, kir:
"Le deverên PYDyê pêpeskirin çêdibin. Li van deveran ereb tûşî tehcireke ku li tu derê dinyayê neqewimiye, hatin. Hemû gelê li çoltera Reqa û Hesekeyê hat koçberkirin. Bazirganiya malê diziyê li deverê belav bû."