2016 ж. 28 қазан•Rojanekirin: 2016 ж. 29 қазан
Serokwezîr Yildirim: "(Îdiaya Kiliçdaroglu ya li ser hilbijartina berwext) Çima hilbijartina berwext? Yanê ji bo paqijkirina FETOyiyan hilbijartina berwext, ev tiştekî nebûyî ye. Ji bo paqijkirina sûcdaran qet hilbijartin tê kirin? Ya rast ew e ku wan bigrin û teslîmî edaletê bikin. Hilbijartin pêlîstok nîne. Hilbijartin windabûna salekê ye. Zirt pirt hilbijartin, karê milet tune ew ê bi me ra mijûl be."
"Li wir helwesteke me ay eşkere heye. Di operasyona Reqayê da li hember DEAŞê em dikarin bi we ra hereket bikin, lê heger PYD û YPGya ku em wek komên terorîst dibînin di nav operasyonê da cî bigirin, em tê da tunene. Lewra bi dewleteke hiqûqê nakeve ku di têkoşîna dijî rêxistineke terorê ra bi rêxistineke terorê ra tevbigere. Tirkiye bi komên terorîst yên neyarê Tirkiyeyê ne û bi PKKya rêxistina terorê ra tevigere nayê bal hev û cî nagire."
"Mesela Reqayê meseleya me nîne. Em ji bo parastina hizûr û ewlehiya welatiyên xwe ji dil û can dixebitin, polês, leşker, cendirme û gundparêzên me bi hev ra hewl didin. Bûyera Reqayê têkoşîna dijî DEAŞê ye."
Serokwezîr Yildirim ji bo îdiayên Kiliçdaroglu yên der barê Bylockê da wiha got: "Kiliçdaroglu qala îxbar û îdiayeke girîng dike. Em jî dibêjin heger belge û delîlên vê îdiayê hene bila bide me û em çi hewce dike bikin. Wezîfeya me jihevderxistina sûcdar û yên masûm nîne, wezîfeya me ew ku her tiştî teslimî dadê bikin. Heger tiştekî dizane û nabêje, wê hingê wezîfeya xwe nake."