Li Azeza navçeya Helebê di navbera Koma Bahoza Bakûr û Dewleta Îslamê ya Irak û Şamê de ev du roj bûn ku pevçûn diqewimîn. Bi navbeynkariya Tûgaya Tewhîdê ve ev şer û pevçûn bi dawî bû.
Şerê ku ev du roj bûn dewam dikir bi lihevkirina ve bi dawî bû.
Li gor peymana nivîskî ya ku her du aliyan jî îmze kir divê ewilî agirbest bê kirin.
Hin xalên peymanê wiha dibêjin.
Her dû alî jî di navbera 24 saetan de dîlên ku girtine divê berdin.
Cebilxane, çek û amûrên din yên ku dest dane ser divê teslîmî xwediyên wan bên kirin.
Li Azezê dema ku di navbera her du aliyan de pirsgirêkek derkeve divê serî li dadgeha herî mezin bidin û navbeynkarê wan jî Tûgaya Tewhîdê ye.
Beriya lihevkirinê di şer û pevçûnên navbera her du aliyan de ji 10î zêdetir kes hatibûn kuştin.