2016 ж. 24 қаңтар•Rojanekirin: 2016 ж. 26 қаңтар
NEW YORK
Li Amerîkayê li aliyê rojhilatê û bajarên hundirîn ji ber ku berf zêde barî û bager çêbû, 19 kes mirin.
11 eyaletên DYAyê ji ber berf û bagerê rewşa derasayî hat îlankirin û li van bajarên ku bi giştî 80 milyon kes dijîn, jiyan serobino bû.
Li Arkansas, Carolînaya bakur, Kentucky, Ohîo, Tennessee û Vîrgînîayê ji ber qeşa û qezayên trafîkê 13 kes mirin. Li New Yorkê 3 kes dema ku berf paqij dikirin, li Vîrgînîayê 2 û li Marylandê jî kesek ji ber sermayê mirin.
Ji ber bagerê li 13 eyaletan ceyran tune û 10 hezar seferên balafiran jî hatin betalkirin. Li New Jersey û New Yorkê jî seferên otobês û metroyan hatin betalkirin, ajotina wesayîtan hat qedexekirin.