Azat Muhammet
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
DUHOK
Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dilşad Şehab diyar kir ku çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê nêzîk bûye û li benda cewaba Goranê ne.
Dilşad Şehab daxuyanî da peyamnêrê AAyê û der barê referandûma serxwebûnê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û çalakkirina parlamentoyê de nirxandin kirin.
Li ser çûna şandeyeke Herêma Kurdistanê bo Bexdayê Dilşad Şehab wiha agahî da:
"Ji bo guftûgokirina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, dê şandeyeke bilind bi ziyareteke resmî herin Bexdayê û digel baladestên Iraqê bicive. Dê guftûgo li ser çendîn xalên hevbeş ên navbera herdu aliyan werin kirin. Ev şande nûneriya hemû aliyên Kurdistanê dike."
Der barê pêngavên dîplomatîk ên digel welatên cîran de jî wiha nirxandin kir:
"Emê temînatê bidin hemû welatên cîran ku Dewleta Kurdistanê di vê herêmê de nabe sedema duristbûna tu aloziyê. Herwiha rê li ber bêîstiqrariyê jî venake. Em hêvîdar in ku ev peyamên me bigihê dost û cîranên Herêma Kurdistanê. Ev ji 20 salan zêdetir e Kurdistan bi awayekî xweser birêve diçe û bi tu awayî nebûye sedemê tevliheviyê."
Dilşad Şehab zêdetir wiha axivî:
"Sînorê Herêma Kurdistanê ji niha ve pir biîstiqrar û aram e. Her dema ku Kurdistan serxwebûnê ragihîne têkiliyên wê bi welatên cîran re zêdetir dibin. Wê demê mesûliyeteke zêdetir dikeve ser milê me. Kurdistanê dê girêdayî wan mesûliyetên xwe bimîne û nahêle ku xaka Herêma Kurdistanê bibe sedema nearamiyê ji bo welatên cîran."
Der heqê çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê de jî Dilşad Şehab wiha axivî:
"PDKê helwesta xwe bi awayekî eşkere li ser çalakkirina parlamentoyê diyar kiriye. Parlamento bêmerc dest bi kar dike. Ew aliyên ku piraniya parlamentoyê pêk tînin biryar dane ku çalak bibe. Em niha li benda cewaba Komel û Goranê ne. Wisa diyar e ku ku ev herdu partî jî pêşde werin."
Li ser îhtimala cewaba neyênî ya Goran û Komelê jî Şehab wiha got:
"Eger aliyek bixwaze parlamento venebe, divê hemû aliyên din helwesteke eşkere nîşan bidin. Lewra nabe ku pêvajoya siyasî û pêşeroja Herêma Kurdistanê bibe qurbanê helwesta aliyekî siyasî."
Herî dawîn anî ziman ku Tirkiye deriyên sînorî danaxe û xeterek li ser bazara Herêma Kurdistanê tuneye. Ew wiha axivî:
"Welatên cîran bi taybetî jî Tirkiye ku deriyekî serekî ye bu têkiliyên Herêma Kurdistanê bi cîhanê re helwesta xwe ragihandine. Herçiqas têbîniyên wan li ser referandûmê hebe jî, me hest bi wê yekê nekiriye ku Tirkiye û yan jî welatekî din sînor bigirin û eblûqeyê deynin ser me. Tirkiyê bi eşkereyî ragihandiye ku sînor nagire. Ew malzeme û eşyayên tên jî piranî ji Tirkiyê ne."