Önder Beyter
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê DYAyê Rex Tillerson destnîşan kir ku di peywendiyên DYA û Rûsyayê da rageşiyeke berbiçav heye û herwiha ne Serokê DYAyê Donald Trump û ne jî ew, ji biryara Kongreyê ya mueyîdeyên nû yên dijî Moskowayê memnûn in.
Tillerson li Wezareta Karên Derva civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê polîtîkaya derva ya DYAyê da hin nirxandinên xwe anî ziman.
Rojnamegerekî pirs kir ku ka gelo biryara Rûsyayê ya hefteya borî ya 755 kes kêmkirina hejmara dîplomatên Amerîkayê, wê çi karîgeriyan li ser peywendiyên dualî yên herdu welatan bike. Tillerson jî got ku Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Pûtîn, ev biryar ji ber biryara Serokê berê yê DYAyê Barack Omaba ya dersînorkirina 35 dîplomatên ûris, da.
Tillerson got ku DYAyê mueyîdeyên nû danîn û ji ber vê yekê jî Pûtîn mafê xwe yê bersivdayînê ku ji berfanbarê vir va neemilandibû, emiland û wiha got, "Li Rûsyayê xelkê Serok Pûtîn jî heye ku li orta çavê wî mêze dike. Ji ber hindê bi ya min xwe mecbûr hîs kir ku gaveke sîmetrîk bavêje."
Tillerson bal kişand ku Trumpê biryara ku hefteya borî ji Kongreyê derbas bû û tê da mueyîdeyên dijî Rûsyayê jî hene, îmze bike û wiha dewam kir:"Ne ez ne jî Serok em ji vê gav û şêweya gavavêtina Kongreyê memnûn in. Tu feydeya vê yekê ji hewldanên me ra nabe. Lê biryar ya wan e û bi dengê piraniyeke qerase hat wergirtin."