Ferizat Kaya
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
KABUL
Li bajarê Herata rojavayê Efxanistanê du êrîş birin ser mizgefta Cewadiyeyê. Li gorî agahiyên dawî hejmara miriyan gihaşt 29an.
Berdevkê Walîtiya Heratê Ceylanî Farhad daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di du erîşên li ser mizgefta Cewadiyeyê ya şîayên hezarî da hejmara miriyan gihaşt 29an.
Farhad ragihand ku hin birîndar şandine Îranê û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Ji aliyê din ve kesên êrîş dîtin jî gotin ku hejmara miriyan ji 30î zêdetir e.
Serokê Dewleta Efxanistanê Eşref Ganî êrîş şermezar kir.
Her wiha heta niha kesî êrîşê nedaye stûyê xwe û rêxistina Taliban ragihan ku tu eleqeya wan bi êrîşî tune.