Haydar Şahin
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
ANKARA
Ebûl Bera bu serokê teze yê Ehraru-ş Şama ji rêxistnên herî mezin ên Sûriyeyê.
Meclisa Tevgera Ehraru-ş Şamê daxuyanî nûçegihanê AAyê û diyar kir ku serokê komê yê teze hat hilbijartin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku piştî îstifaya Elî Omerê ku bi navê Ebû Emmar tê zanîn Ebûl Bera anîn dewsa wî.
Ebûl Berayê ku navê wî yê rastî Hesen Sufan e di sala 1979an da li Lazqiyeyê hatiye dinyayê, Li dervayê welêt perwerdeya îlahiyatê dît. Piştî ku vegeriya welatê xwe bi nasnameya xwe ya mixalif hat nasîn. Di sala 2004an da bi destê rejima Sûriyeyê di operasyona dijî mixalifan da hat girtin. Di serhildana girtîgeha Sednayayê ya sala 2008an da di nav pêşîkêşan da cî girt. Ebûl Bera carekî dîsa hat darizandin û cezayê dardakirinê xwar. Sala par mixalifan û rejima Esed di navbera xwe da hêsîr guherandibûn û di vê taqasê da serbest hat berdan.