09 Adar 2016•Rojanekirin: 15 Adar 2016
ÎDOMENÎ
Bijîşkên ku li kampa penaberan a li bajarokê Îdomenî yê Yewnanistanê yê li ser sînorê Makedonyayê dixebitin, daxuyandin ku nêzîkî tevahiya nexweşên ku muraceatê wan dikin, zarok in û rojane biqasî 180 zarokî tedawî dikin.
Rayedarên Rêxistina Bijîşkên Sînorşikên ên ku li kampê dixebitin, diyar kirin ku hejmara penaberên li kampa Îdomeniyê her roj zêde dibin û ji ber hindê şert û mercên kampê jî pêra xirabtir dibin.
Bijîşka kampa ku nêzîkî 15 hezar penaber li benda vebûna sînor in, Angeliki Kozmadopuluyê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku rojane biqasî 200 penaberî tedawî dikin, lê wextê wan nabîne ku midaxaleyê zêdetir penaberî bikin.
Kozmadopuluyê bal kişand nêzîkî tevahiya nexweşên ku ew baş dikin, zarok in û wiha xeberda, "Di rojekê da em nêzîkî 180 zarokî tedawî dikin. Ez li vir rojê 8 saet dixebitim. Di vê wextê ku ez dixebitim da ez tenê û timî zarokan dibînim."
Kozmadopuluyê diyar kir ku zarok bi şîkayetên cuda cuda tên cem wan û di zarokên li kampê da herî zêde nexweşiyên mîna enfeksiyona qirik û gewriyê, agir, nerehetiya mîde û roviyan, weqayên travmaya sivik çêdibin.