16 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
HALEP
Konvoya tehliyeyê ya duyemîn a ku li Sûriyeyê ji Heleba rojhilat a ku ji aliyê hêzên rejimê û milîsên şiî yên di bin fermandariya Îranê de ve hatiye dorpêçkirin gihaşt çolwarê Heleba rojava ya di bin kontrola mixalifan de. Jimara kesên ku hatin tehliyekirin gihaşt 2 hezar û 284an.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li Helebê dan zanîn 16 otobês, 5 wesayîtên heyva Sor a Sûriyeyê û 11 minîbûs ji Heleba rojhilat derketin rê û li semta Ramûseyê ji kontrola rejimê derbas bûn. Konvoy pişt re ber bi semta Raşîdîn pêş ket û hat herêma Heleba rojava ya di bin kontrola mixalifan de.
Konvoya tehliyeyê ya ku tê de 577 mêr, 320 jin û 301 zarok bi tevahî hezar û 198 helebî hebûn ber bi bajarê Îdlibê yê ku li sînorê Tirkiyeyê cî digire û di bin kontrola mixalifan de ye diçe.
Hat ragihandin ku di koma li konvoyê de 12 birîndar hene.
Bi konvoya ewil a ku hat tehliyekirin re bi tevahî 2 hezar û 284 helebî bi awayekî ewledar ji herêma dorpêçkirî hatin derxistin.
Di vê navberê de amadehiyên konvoya sêyemîn berdewam dikin.
Hêzên milîs ên ku Generalê îranî Seyîd Cewad fermandariya wan dike yên xwest ku nehêle konvoya ewil ji herêma dorpêçkirî derkeve êrîşê sivîlan û herêmên di bin kontrola mixalifan de kiribû û çendî caran hewl dabû ku pêvajoyê sabote bike.
Agirbest û pêvajoya tehliyeyê di encama hevdînên zêde yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dest pê kiribû.