15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
HELEB
Li Rojhilata Heleba Sûriyeyê 20 otobêsên ku tê de birîndar hene û ji bo ku herêma ji hêla rejimê ve hatiye dorpeçkirin derkeve, ber bi cihê kontrola rejimê ve hereket kir.
Li ber Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê ambulans benda birîndaran in.
Rêya ku konvoya otobêsan wê derbas bibe, wê bi ÎHAyan ve bê şopandin.
Hewl hatibû dayîn ku sivîlên li Helebê ji herêma rejimê dorpeç kiriye bên xilaskirin. Lê milîsên şiî yên di bin fermandariya Îranê de ne gule li ser konvoyê de barandibûn.
Li gor nûçegihanê AAyê yê ku li Helebê ye, jê 50 giran, 200 kesên birîndar wê bi 20 otobêsan ve bên tehliyekirin.
Otobêsan 5 deqîqeyan berê ji bo ku ji texma Ramûseyê derkevin ber bi ciyê kontrolê ya rejimê hereket kirin.
Çaxa ku ji ciyê kontrola derbas bibin birîndarê li otobêsên kesên li herêma dest rejimê da siyar bibin. Konvoy ku ji rojhilatê Helebê bikaribe derkeve ew ê qasî 4 kîlometreyan ji herêma rejimê ra derbas bibe. Paşê jî ew ê bigihêjin rojavayê Helebê ya ku di destê mixalifan da ye.
Konvoya ku birîndar tê da ne ew ê here Îdlibê
Tê pîlankirin ku konvoya birîndaran ji rojavayê Helebê derbasî Îdlibê ku di destê mixalifan da ye bibe. Îdliba nêzîkî sînorê Tirkiyeyê li tanga hemberî Hatayê ye.
Wek mayîn Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî û Hîva Sor a Sûriyeyê jî refeqatî konvoyê dikin.
4 sivîlên ku milîsên şîe gule berda wan, jiyana xwe ji dest dan
Milîsên şîe yên di bin fermandariya Îranê da di saet dora 11.00an da bi çekên nîşandaran gule berdan ser konvoya bona ku ji dorpêçê derkeve hatibû ber noqteya kontrolê ya rejimê û di encama êrîşê da 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê konvoy cardin vegeriyabû.
Hêzên di kontrola Îranê da duhê jî dema ku rayedarên tirk û ûris hewla sepandina agirbestê didan, êrîşeke berfireh biribûn ser muxalifan.
Li rojhilatê Helebê, Generalê îranî Seyyîd Cewad fermandariya nêzîkî 7 hezar milîsî ku di navê da Hizbullah, Tûgaya Fatimiyûn a ji Efxanistanê, Tûgaya Tevgera Nuceba a ji Iraqê û Tûgaya Bekir hene, dike.