Abdullah Tel
13 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
BRUKSEL
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku di Konseya NATO-Rûsyayê da li ser meseleya Ukrayna, Efxanistan û mijarên şefaf axivîn.
Stoltenberg piştî bidawîbûna Konseya NATO-Rûsyayê ya ku serokatiya civînê birêve dibir, daxuyanî da çapemeniyê.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg got ku di navbera NATO û Rûsyayê da guftûgo wê car caran bi zehmet bibe lê di heyamên wisa da divê deriyên ragihandinê vekirî bimînin.
Ji bo mijarên ku her du alî di civînê da li ser sekinîn jî kir û ragihand ku bi taybetî meseleya Ukraynayê, Efganistanê û mijarên şefaf di rojevê da cih girtin.
Stoltenberg bi taybetî bal kişand ser mijara Ukraynayê û ragihand bi taybetî Rûsya û NATO di vê meseleyê da li hev nakin û ji ber vê jî li herêmên şer lê dewam dikin hê jî çekên giran hene.