Abdullah Tel
27 Gulan 2020•Rojanekirin: 28 Gulan 2020
Komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan û li Sûriyeyê alî rejima Beşar Esed cih digirin gora Omer bîn Ebdilezîz ê ji xelîfeyên Îslamê bû, kolan û hundirê wê vala kirin. Nayê zanîn ku hestiyên xelîfe çi kirine.
Di dîmena ji ser hesabên medyaya civakî ya hêzên rejimê hat parvekirin da tê dîtin ku gora Xelîfe Omer bîn Ebdilezîz a li gundê Deyr Şarkî ya nêzî navçeya Maarutunnumanê tê kolandin.
Di dîmenê da tê dîtin ku hundirê gora Xelîfe Omer bîn Evdilezîz ê ji neviyên Hezretî Omer vala ye û nayê zanîn ku çi bi hestiyên xelîfe hatiye.
Hêzên rejimê peymanên Astanayê û mutebeqata Soçiyê tune hesibandin û meha borî navçeya Maarutunnumanê bi dest xistin û agir berî tirbeya ku gora Omer bîn Ebdilezîz tê da bû dan û zirareke mezin dan wê derê.