Dinya, Koronavîrus

Li Îranê hejmara miriyên Kovîd-19ê derket 7 hezar û 564 kesan

Li welêt hetanî nika 141 hezar û 591 kes bi vîrusê ketin

Haydar Şahin  | 27.05.2020 - Rojanekırın : 27.05.2020
Li Îranê hejmara miriyên Kovîd-19ê derket 7 hezar û 564 kesan

Ankara

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 56 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 7 hezar û 564an.

Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da televizyona dewletê û diyar kir ku li welêt di 24 saetên dawîn da 56 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin, di 2 hezar û 80 kesî da jî vîrus hat tesbîtkirin.

Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara miriyan derket 7 hezar û 564an û hejmara pêketiyan derket 141 hezar û 591 kesî.

Berdevk Cîhanpur got ku rewşa 2 hezar û 551 kesî kirîtîk e, hetanî nika 111 hezar û 176 kes rind bûn û gihîştin siheta xwe.

Cîhanpur destnîşan kir ku li welêt hetanî nika ji bo 856 hezar û 546 kesan testa Kovîd-19ê hat kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın