Abdullah Tel
18 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
LONDON
Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Borîs Johnson û Wezîra Karên Derva ya Kanadayê Chrystia Freelandê der barê qeyrana Arakanê da ji bo piştgiriyê bangî civaka navneteweyî kirin.
Wezareta Karên Derva ya Îngilistanê ragihand ku li Londonê di çarçoveya Civîna Serokên Hikûmetên Civakên Miletên Îngilîz da bi mazûvaniya wezîrên Îngilistan û Kanadayê va ji bo qeyrana Arakanê civînek hat kirin.
Di civînê da tevlî Johnson û Freelandê wezîrên karên derva yên Awistralya, Zelandaya Nû û Bangladeşê jî cih girtin. Di civînê da hat ragihandin ku ji bo Bangladeşa deriyên xwe li penaberên Arakanî vekiriye divê di qada navneteweyî da piştgirî bê dayîn û ji bo vê jî şert û merc amade ne.
Di heman daxuyaniyê da Wezîrê Karên Derva yê Îngilistanê Johnson û Wezîra Karên Derva ya Kanadayê Freelandê bangî civaka navneteweyî kirin ku bila ji bo çareserkirina qeyrana Arakanê piştgiriyê bidin.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî piştî 25ê tebaxa sala 2017an hejmara kesên ku ji Arakanê reviyan û xwe spartin Bangladeşê ji 700 hezar kesî derbas bû. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bi dîmen û wêneyên ji ser peykan temîn kirin û weşandin îspat kirin ku bi sedan gund hatine serobinkirin.
Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan wê tundiya ku li ser Misilmanên Arakanî tê sepandin wek "kokbiriya nijadî" û "qirqirin"ê binav dikin.