Piraniya penaberên ku li ser behrê di kelekan da tê terikandin û şerê jiyanê didin, ji arakaniyên (rohîngyayî) misilman ên ku ji Myanmarê direvin pêk tê, ev jî niheqiya dînî û nijadî ya li Myanmarê nîşan dide ku ji sedî 89ê nifûsê Myanmarê bûdîst in.
Di vê niheqî û tundiya li ser misilmanên Myanmarê da gotinên rahîbê bûdîst Aşîn Vîrantu yên radîkal hene. Bi taybetî jî rêxistina nijadperest ya bi navê 969ê ya di serkêşiya wî da di navenda vê da cî digire.
Rêxistinên mafên mirovan jî Vîrantu sûcdar dikin ku li welêt di sala 2012an da li dijî misilmanan tundî û niheqiyê dest pê kir.
Aşîn Vîrantu ji ber sûcê parastina tundiya dînî 8 salan di hebsê da ma û di sala 2011an da bi efûya giştî serbest hat berdan. Piştî berdanê jî destûr tê dayîn ku rahîbê radîkal fikrên xwe li welêt belav bike.
Rêxistina 969ê li dijî Îslamê ye. Navê rêxistinê cara ewil di sala 2012an da bi tundiya ku li ser misilmanên Myanmarê meşand hat rojevê.