Haydar Şahin
2017 ж. 30 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 30 тамыз
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê êrişên li ser misilmanên Arakana eyaleta Myanmarê da bi hevpayeyên xwe yên Endonezya, Malezya û Qeterê ra axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin, Wezîr Çavuşoglu di telefonê da bi Retno Marsûdiyê Wezîrê Karên Derva yê Endonezyayê, Anîfah Amanê Wezîrê Karên Derva yê Malezyayê û Şêx Mûhemmed Bin Ebdurrehman Al Saniyê Wezîrê Karên Derva yê Qeterê ra axivî.
Hat ragihandin ku di axaftinan da li ser bûyerên li Arakanê sekinîn.