Parlementerê Calîfornîayê û Serokê Komîteya Meclisa Nûneran a Karên Derve yê Partiya Komariyê Ed Royce, di lijneya giştî de der barê pêşnumayê de axivî. Royce bal kişand li ser misilmanan û got ku di dinyayê de kêmneteweyên herî zêde lê zilm tên kirin yek jî misilman in.
Royce bal kişand li ser zagona welatîtiyê ya 1982yan a Myanmarê û destnîşan kir ku rohîngyayî bi salan li Myanmarê jiyane û digel vê jî ji mafên welatîtiyê bêpar mane û wiha dewam kir:
"Hikûmeta Myanmarê zêdetirî 30 salan e ku li rohîngyayiyan zilmeke dijwar kir. Bi awayekî sîstematîk mafên wan ên mirovahiyê yên bingehîn înkar kir. Ji sala 2012an vir ve 140 hezar rohîngyayî tevî misilmanên din ji ber bûyerên tundiyê mecbûr man da ku cih û warê xwe terk bikin. Bi sedan misilman hatin kuştin. Êrîşkerên ku nasnameyên wan ne diyar in di 13ê kanûna paşîn de êrîş birin li ser gundekî li herêma Rakhîneyê û 48 kes di nav nivînan de di xew de kuştin. Bûyerên wiha dema ku hikûmetek welatiyên xwe înkar dike, pêk tên."
Royce got ku heke hikûmeta Myanmarê tevgera xwe neguherîne, zilma li ser misilmanên rohîngyayî û komên kêmnetewe bidomîne dê nekaribe îdia bike da ku gihiştiye armancên xwe yên reformê û wiha dewam kir: "DYAyê mecbûr e ku di serî de li ser geşedanên mafên mirovan ên li Myanmarê raweste. Ez li vir bangî Wezareta Karên Derve dikim da ku rastiyê bibîne û qebûl bike ku li Myanmarê di mijara mafên mirovan de hin geşedan pêk hatin lê ev geşedan têrê nakin."