HEWLÊR
Waliyê Mûsilê yê ku ji wezîfeyê hat hildan Esîl Nûceyfî bertek nîşanî biryara Parlementoya Iraqê ya der heqê xwe de da û wiha got: "Yên ku ez ji wezîfeyê dûrxistim, welat dan kontrola dewleteke hemsînor. Firsend dan milîsan da ku bi dilên xwe tevbigerin."
Nûceyfî di civîna xwe ya çapemeniyê ya li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Iraqê de "biryara dûrxistinê" wekî lîstika kesên ku îradeya Mûsilê tune dihesibînin û dixwazin bajêr wêran bibe, pênase kir û rexneyeke tund li biryarê girt.
Nûceyfî wiha axivî: "Ji aliyê DAEŞê ve kontrolkirina Mûsil û Enbarê encama siyaseta çewt a rêveberiya Iraqê ya li hemberê Erebên Sûnî ye. Êdî raya navneteweyî jî guh nade propagandaya hêzên ku hukmê xwe li ser siyaseta Iraqê heye. Ji ber ku zirara wan hem li Rojhilata Navîn û hem jî li deverên cuda yên dinyayê hat dîtin."
Di rûniştina îro ya Parlementoya Iraqê de bi sebeba ku "îxmalkariya" wî di destguhertina bajarê Mûsilê ya ber bi DAEŞê de heye Nûceyfî ji wezîfeyê dûr xistibû.