BEXDA
Hat ragihandin ku li Bexdayê nîvê şevê teqîn çêbû û di teqînê da 4 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li ber Otêla Babylona li herêma Cadiriyyeyê û Kulûba Elwiyyeya li herêma Sadunê du wesaîtên bombebarkirî di eynî wextê da hatin teqandin û di teqînan da 4 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn. Piştî teqînê birîndar sewqî nexweşxaneyên dorberê kirin.