Dinya

Ji Yekîtiya Alimên Misliman a Dinyayê berteka dijî Misrê

Haydar Şahin  | 14.08.2020 - Rojanekırın : 15.08.2020
Ji Yekîtiya Alimên Misliman a Dinyayê berteka dijî Misrê

Istanbul

Elî Muhyedîn Qeredaxiyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misliman a Dinyayê diyar kir ku li Misrê trajediyeke mezin diqewime û dinya li ber sûcên tên kirin xwe kerr dike.

Piştî ku hat diyarkirin Îsam Iryanê ji serokên Teşkîlata Birayên Misliman (Îxwan) ê li Misrê girtîbû wefat kir Qeredaxî daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku Iryan tevlî qefleya şehîdan bû.

Qeredaxî di daxuyaniyê da wiha got: "Dinyayê hetanî çi çaxê xwe ji sûcên ku Sîsî (Serokomarê misrê) dike ra kerr bike? Li Misrê ji derbeya eskerî virr da trajediyeke mezin diqewime û ji zilmeke ji Fîrewnan vir va nehatiye dîtin tê kirin."

Ebdilmumîn Ebdilmeqsûdê parêzerê Iryan do daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û diyar kiribû ku Iryan mir.

Beriya derbeya artêşê ya 2013an û ji wezifeyê dûrxistina Mihemed Mûrsiyê rihmetî yê Serokomarê cara ewil hatibû hilbijartin Iryan li meqamên cuda yên Îxwanê wezife kiribûn. Iryan ji ber çend mijarên wekî "avêtina ser a rojhilatê" "kalyub"ê hepsa hetahetayî (25 sal) xwaribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.