Dinya

Hejmara kesên di teqîna Bendera Beyrûdê da mirin derkete 177an

Haydar Şahin  | 14.08.2020 - Rojanekırın : 15.08.2020
Hejmara kesên di teqîna Bendera Beyrûdê da mirin derkete 177an

Beyrut

Hejmara kesên di teqîna hefteya çûyî li Beyrûda paytextê Libnanê çêbû da mirin derkete 177an.

Hamad Hesenê Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê daxuyanî da televizyoneke herêmî û diyar kir ku hejmara kesên di teqîna li Bendera Bêrûdê da mirin derkete 177an.

Hesen destnîşan kir ku 30 kesên di teqînê da winda bûn û hê nehatin dîtin, dibe ku hejmara miriyan derkeve 200 kesî.

- Der barê mekanîzmaya belavkirina alîkariyan da agahî dan dîplomatên biyanî

Wekî mayîn di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Libnanê da hat diyarkirin ku piştî teqîna hefteya çûyî çêbû der barê mekanîzmaya belavkirina alîkariyan da agahî dan dîplomatên welatên biyanî.

Di daxuyaniyê da bal kişandin ku der barê alîkariyên li hewcedarên zirar dîtibûn hatin belavkirin da agahî dan û qala awayê belavkirinê kirin, ew ê beriya belavkirina alîkariya tibî jî hewcedarên navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan tesbît bikin.

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku ew ê alîkariyê tibî bi kordinasyona Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Parastinê belav bikin, alîkariyên xurekê jî ew ê bi hevkariya artêşê û saziyên civaka sivîl werin belavkirin.

- Teqîna li Bendera Beyrûdê

Di 4ê tebaxê da li Bendera Beyrûdê di depoya bi nimareya 12an da şewat derketibû paşê jî teqîneke mezin çêbûbû û bajar hejandibû.

Serokomarê Libnanê Mîşel Ewn diyar kiribû ku, di teqîna li Bendera Beyrûdê da 2 hezar û 75 ton amonyum nîtrata ku 6 sal e di depoyekê da bû, teqiya.

Piştî teqînê di serî da Tirkiye û welatên din amûrên alîkariyê ji Libnanê ra dişînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın