ROMA (AA) - Hat ragîhanin ku Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku navenda wê li Cenevereyê ye, ji Vatîkanê der barê bûyerên destavêtina zarokan ên li saziyên katolîkan de agahî xwestiye.
Li gor nûçeyên çapemeniya Îtalyayê, Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî der barê mijarê de lîsteyek ku ji 20 madeyan pêk tê şandiye Vatîkanê.
Hat îfade kirin ku NY dê ji Vartîkanê bipirse ka keşîşên bi destavêtina zarokan tên sûcdarkirin, ji zarokên mexdûr hatine dûrxistin an na, an jî dêrê pêşî li vê girtiye an na?
Hat aşkerekirin ku komîteyê bi taybetî der barê keçikên ku di navbera salên 1922-1996'an de bi darê zorê li cilşokên Magdaleneyê hatine xebitandin de pirs pirsîne. Hat diyarkirin ku der barê bûyerên destavêtinê yên terîqata Lejyonerên Îsa jî tev li bûne de jî pirs hatin pirsîn.
Nûnerê Vatîkanê yê Neteweyên Yekbûyî Massimo de Gregorî der heqê mijarê de wiha got: ''Em amade ne ku pirsên komîteyê bibersivînin.'' De Gregori da zanîn ku ev pêvajoyeke rûtîn e, bûyerên destavêtina zarokan ên di dêran de pêk hatine dê neyên înkarkirin û der barê mijarê de jî tenê Vatîkan nehatiye jêpirsînkirin.