ŞAM
Hat ragihandin ku hêzên Beşar Esed li giştiyê welêt li dijî muxalifan operesyon kirin û di encamê de 55 kes mirin.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyê (SNHR) eşkere kir ku hêzên rejimê bi rokêt, topên hawan û teyaran li hember muxalifan oprerasyon kirin, di encamê de li paytext Şamê 22, li Helebê 12, li Dêrayê 8, li Hema, Kuneytra û Îdlibê her yekê 3 kes, li Deyru'z Zor û Humusê her yekê jî 2 kes bi tevayî 55 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên Konseya Giştî ya Şoreşa Sûriyê (SRGC) li herêma Xalidiyê ya Humusê pêvçûnên mezin hene û qubeya Mizgefta Xalid bin Welid jî zirar dîtiye. Her weha li herêmên Xalidiye, Kusur û Bab Hudê gel bi destxistina erzaqên xwarinê de tengasiyê dikşîne.