HEWLÊR
Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal, ragihand ku li gor pêşnûmaya ku Barzanî îmze kir, maweya parlementoya Kurdan ji 20ê tebaxê heya 1ê çiriya paşîn hat dirêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qerarnameyên der barê mafê bidestxistina agahiyan, hêsaniyên der barê lêpirsînên dadî, di zaningehan de karkirin û kirêkirina xaniyan jî hat tesdîqkirin.
Ji aliyê din ve hat dîyarkirin ku Barzanî biryara parlementoyê ya ku maweya serokatiyê 2 salan dirêj dike û hilbijartin paşde diavêje jî îmze nekiriye.