Melike Pala
20 Gulan 2024•Rojanekirin: 21 Gulan 2024
Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) Kerîm Xan ragihand ku wî der heqê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Wezîrê Parastina Îsraîlê Yoav Gallant da serlêdana "biryara qefaltinê" kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya DCNyê, Xan ji xeynî Netanyahu û Gallant, ji bo Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye, lîderê Hemasê yê li Xezeyê Yehya Sînwar û Mihemed ed-Deyfê lîderê Tûxayên Îzedîn el-Qesama baskê eskerî yê Hemasê jî serlêdana "biryara qefaltinê" kir.