Dinya

Hemasê daxuyaniya Netanyahu wek "siyaseta dijmintiyê" pênase kir

Berdevkê Hemasê Fewzî Berhûm: "Daxuyaniya ku Netanyahu dibêje ew ê niştewarên li Geliyê Urdunê û Şerîeya Rojava îlhaq bikin, wê rastiyan neguherîne, wê berxwedana gelê me ya ku li dijî îşxal û planên îşxalê nede sekinandin"

İbrahim Atmaca  | 11.09.2019 - Rojanekırın : 12.09.2019
Hemasê daxuyaniya Netanyahu wek "siyaseta dijmintiyê" pênase kir

Gazze

Hemasê daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ku gotibû ew ê bi Amerîkayê ra di nav kordînasyonê da Geliyê Urdunê yê li Şerîeya Rojava "îlhaq bikin", li dijî gel û axa Filistînê wek siyaseta dijmin pênase kir.

Berdevkê Hemasê Fewzî Berhûm daxuyaniya nivîskî da û wiha got, "Daxuyaniya ku Netanyahu dibêje ew ê niştewarên li Geliyê Urdunê û Şerîeya Rojava îlhaq bikin, wê rastiyan neguherîne, wê berxwedana gelê me ya ku li dijî îşxal û planên îşxalê nede sekinandin."

Berhûm bal kişand ku Netanyahu van ev daxuyanî bi teşwîqa Amerîkayê da û got ku li hemberî van daxuyaniyan divê hemû komên Filistînî seba têkoşînê stratejiyeke neteweyî bişopînin û gavên berbiçav biavêjin.

Netanyahu duh civîna çapemeniyê li dar xistibû û gotibû ku ji bo ku li Şerîeya Rojava niştewarên cihûyan ên dereqanûnî "îlhaqî Îsraîlê" bibin plana "Peymana Sedsalê" ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amade kiriye, "firsendeke bêhempa" ye.

Her wiha Netanyahu gotibû ku heke ew cardin were hilbijartin "wê di demeke kin da" bi Amerîkayê ra di nav kordînasyonê da Geliyê Urdunê yê li Şerîeya Rojava "îlhaqî Îsraîlê bike".

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın