Önder Beyter
04 Tebax 2019•Rojanekirin: 05 Tebax 2019
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu bangî Serokwezîrê Qraltiya Yekbûyî Boris Johnson kir ku li dijî Îranê "helwesteke tund" nîşan bide.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîriya Îsraîlê da hat destnîşankirin ku Serokwezîr Netanyahu di peywendiya li ser têlefonê ya ligel Serokwezîrê nû yê Îngiltereyê Johnson da daxwaza wê yekê kir ku li dijî rêveberiya Tehranê "helwesteke tund" nîşan bide.
Herwiha di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Netanyahu û Johnson di mijara "domandina hevkariya Îsraîl û Îngiltereyê ya di warê aborî û înonasyonê da" li hev kirin.
Boris Johnson ku li Îngiltereyê bûbû serokê Partiya Mihefezeakar, di 24ê tîrmehê da bû serokwezîrê nû yê vî welatî.