Önder Beyter
19 Hezîran 2019•Rojanekirin: 19 Hezîran 2019
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got ku hêza artêşa Îsraîlê pir muezem û wêrankar e û bi awayekî nerasterast hişyarî da Îran, Hemas û Hizbullahê.
Netanyahu, tetbîqeta artêşa Îsraîlê ya li bakurê welêt temaşe kir û li vê derê daxuyanî da û bêyî ku navê wan bîne ziman, Îran, Hemas û Hizbullah kir hedefa xwe.
Netanyahu bi qesda Îran, Hemas û Hizbullahê wiha got, "Ez dibihîzim ku cîranên me yên bakur, başûr û rojhilatê gefê li me dixwin ku dê me ji hol rakin. Ez ji dijminên me ra vê dibêjim: Hêza artêşa Îsraîlê pir muezem û wêrankar e. Me neceribînin."
Ji ber rageşiya ku li herêmê germ dibe, car caran rayedarên Îranî û Hizbullahê dibêjin ku ew ê "Îsraîlê tune bikin û ji nexşeyê bibin" û herwiha ev gotinên wan ên bi vî rengî jî di çapemeniya navneteweyî da cih digirin.