Fatih Gazioğlu
19 Hezîran 2019•Rojanekirin: 20 Hezîran 2019
Qeterê alîkariya pereyan bide 60 hezar malbatên li Xezeyê dijîn.
Serokê Komîteya Jinûvaavakirina Xezeyê Mihemed Îmadî daxuyaniyeke nivîskî da û got ku alîkarî sibê şûn da li malbatan wekî 100 dolar bê belavkirin.
Îmadî got ku ew ê bi tevahî 6 milyon dolar pereyî bidin malbatan û ew ê piştra ji bo hin projeyan 4 milyon dolarî din jî bişînin Xezeyê.
Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî di 7 gulanê da daxuyaniyek dabû û gotibû ew ê ji bo Filistiniyên li bajarên Şerîeya Rojava û Xezeyê dijîn 480 milyon dolar alîkarî bidin.
Wezareta Karên Derva ya Qeterê jî daxuyaniyek da ku ji vî pereyî 300 milyon dolar wê ji bo perwerde û tenduristiyê û 180 milyon dolar jî wê bona alîkariya insanî ya acil were dayîn.