Muhammet Kurşun
22 Îlon 2018•Rojanekirin: 23 Îlon 2018
TEHRAN
Ji ser şerê Îran û Iraqê ku 8 sal dewam kir û ji milyonekî zêdetir kes mirin 38 sal derbas bû.
Şerê Îran û Iraqê di sedsala 20an da yek ji bûyerên herî girîng e. Di şerê ku 8 sal dewam kir da ji milyonekî zêdetir kes mirin û bi 150 milyon dolarî zirara aboriyê çêbû. Her çiqas 38 sal derbas bûbe jî sedem û encamên wê hê jî tên nîqaşkirin.
Rêya avê ku jê ra dibêjin Şettul Ereb û Ferat û Dicleyê digihîne hev salên dûr û dirêj di navbera herdu dewletan da bû sedema îxtilafê û herî dawîn jî bi alîkariya ku herdu dewletan dan komên çekdar yên dijî hev şerê ku 8 sal dewam kir, derket.
Şettul Ereba ku sala 1937an da di navbera herdu dewletan da bi peymana sînor ji Iraqê ra ma ji ber nerazîbûna Îranê her dem bû sedema rageşiyê.
Sala 1975an da 6ê Adarê li Cezayirê di navbera Sedam Huseyîn û Pehlewiyê Şahê Îranê da peyman hat îmzekirin û Şettul Ereb wek sînorê Îran û Iraqê hat eşkerekirin û pirsgirêk çareser bû.
Di sala 1979an da piştî ku li Îranê şoreş çêbû û rêvebirî guherî bû sedema qeyrana di navbera Tehran û Bexdayê da.
Di sala 1980an da 22ê Îlonê piştî ku Sedam Huseyîn êrîşî Abadan û Hurremşehrê kir, şer dest pê kir.
Di dema şer dewam dikir da ji dewletên herêmê Tirkiye bêalî ma, Erebistana Siûdî û dewletên din yên Kendavê Sedam Huseyîn û dewletên wekî Sûriyeyê jî Îran girtin.
Sala 1988an da bi biryara bi jimara 598 ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku herdu dewletan qebûl kir 20ê Tebaxê şer qediya.
Şerê ku bi serkeftina Iraqê dest pê kir bi berxwedana Îranê bû şerê zeîfkirinê û beyî ku dewletek bi ser bikeve, qediya.
Di sala 2003yan da guherîna dawîn ya dîlên şer hat kirin û di Sibata 2014an da hat ragihandin ku herdu dewlet jî dixwazin Peymana Cezayirê ya di 1975an da pêk were.
Her çiqas Şettul Ereb wekî sedema şer bê nîşandan jî gorî Sedma Huseyîn wekî şoreşa li Îranê hat kirin Xumeynî dixwest şoreşeke wisa li Iraqê jî bike. Gorî Xumeynî jî piştî şoreşê Sedam wer difikirî ku Îran bêhêz bûye û dixwest bi alîkariya dewletên Erban yên li Kendavê Îranê dagir bike.
- Rola Kurdan ya di şer da û qetlîamên Helebçe û Enfalê
Serbazên Sedam ji bona partiyên siyasî yên li Bakurê Iraqê ceza bike ku di şer da piştgirî dan Îranê fermana qetlîamên Helebçe û Enfalê dan. Di êrîşên ku bi çekên kîmyewî hatin kirin da bi hezaran kes mirin.