Dinya

Ji ser Komkujiya Helebceyê ra 37 sal derbas bû

- Ji ser êrîşa kîmyewî ra 37 sal derbas bû ku bi telîmata lîderê têkçûyî yê Iraqê Sedam Huseyn li dijî bajarê Helebceyê hat kirin

Bekir Aydoğan  | 16.03.2025 - Rojanekırın : 22.03.2025
Ji ser Komkujiya Helebceyê ra 37 sal derbas bû

Arbil

BEKÎR AYDOGAN - Ji ser êrîşa kîmyewî ra ya bi telîmata lîderê têkçûyî yê Iraqê Sedam Huseyn li dijî bajarê Helebceyê hat kirin, 37 sal derbas bû lêbelê şopên komkujiyê ji bo bi hezaran kesên seqet mane yan jî xizmên xwe ji dest dane, didome.

Komkujiya Helebceyê di heyama şerê navbera Iraq-Îranê da wek asta dawîn a Herekata Enfalê hat kirin.

Sedam Huseynê serokê rejima Beasê bi hinceta gelê Helebceyê piştgirî daye Îranê telîmata bombebaranê da.

Li ser telîmata Sedam Huseyn bi serokatiya eqrabayê wî Elî Hesen El Mecîdê ku navlêka wî "Eliyê Kîmyewî" ye di 16ê Adara 1988an da bi bombeyên xaza sarîn û xardalê va êrîşî navçeya Helebceyê ya li ser sînorê Îranê hat kirin.

- 5 hezar kes hatin kuştin

Serê sibê di saet 10.50î da êrîş li navenda Helebceyê û der û dora wê hat kirin û bêhna sêva li bajêr belav bû.

5 hezar Helebceyiyên nizanibûn ev bêhn ji ku tê li ber derê malên xwe an jî dema hewl didan birevin di hundirê wesayîtên xwe da mirin, ji 7 hezar kesî zêdetir kes jî birîndar bûn.

Yên mayî jî ji ber tirsa êrîşeke duyem bi wesayîtan an jî bi meşê ber bi sînorê Îranê ra reviyan.

- Sedam îdia kir ku haya wî ji êrîşê tune

Iraq di 1980yî da bi Îranê ra kete şerekî û şêrê wan 8 salan dewam kir. Ji aliyê din bi pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ra jî şer dikir.

YNKyiyên li ser sînorê Îranê bi cih bûbûn bi piştgiriya Îranê di Adara 1988an da Helebce bi dest xistin. Sedam li ser vê fermana êrîşê da û bi çekên kîmyewî va Helebce da bomberankirin da ku pêşmergeyan û Îranê têk bibe.

Di sala 2003yan da Amerîkayê Iraq dagir kir û Sedam girt. Di mehkemeyê da Sedam îdia kir ku haya wî ji êrîşê tune û wî ji medyayê bihîstiye.

- HKIyê di 2014an biryar da ku Helebce bibe parêzgeh

Ji ser êrîşa kîmyewî ra 37 sal derbas bû lêbelê şopên komkujiyê ji bo bi hezaran kesên seqet mane yan jî xizmên xwe ji dest dane, didome.

Hewlêrê di Adara 2014an da biryar da ku Helebceya girêdayî Silêmaniyê bibe parêzgeh.

Hewlêr dixwaze ku hikûmeta Bexdayê ji ber komkujiyê tezmînatê bide gelê Helebceyê û her wiha bajar wekî parêzgeh were qebûlkirin.

Li HKIyê her sal di 16ê Adarê da di serî da li Helebceyê, bi beşdariya nûnerên dîplomatîk û welatiyan va merasimên bibîranîna qurbaniyên komkujiyê tên lidarxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın