Abdullah Tel
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
WASHINGTON
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê êrîşa jehrî ya ku rejima Beşar Esed di 4ê nîsana sala 2017an da bir ser bajaroka Xan Şêxûna li ser Sûriyeyê careke din şermezar kir û got: "Ew jin, zarok û mêrên ku di 4ê nîsana sala 2017an da bi destê rejîma Esed can dan edaletê heq dikin. Em heta ku rejima Sûriyeyê wekî berpirsê êrîşê neyê qebûlkirin nasekinin û em ê li ber xwe bidin."
Berdevka Qesrê di salvegera ewil a êrîşa bi çekên jehrî ku rejima Esed li dar xistibû da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Îro salvegera ewil a êrîşa xaza sarînê ye ku ji ber wê bi sedan sivîl hatin kuştin û bi destê rejima Esed li Xan Şêxûnê hat lidarxistin. Ew jin, zarok û mêrên ku di 4ê nîsana sala 2017an da bi destê rejîma Esed can dan edaletê heq dikin. Em heta ku rejima Sûriyeyê wekî berpirsê êrîşê neyê qebûlkirin nasekinin û em ê li ber xwe bidin."
Di daxuyaniyê da bêyî nav nîşandin qala Rûsya û Îranê hat kirin û hat xwestin ku bila hemû alî li ser sozên xwe yên di sala 2013an da dabûn bisekinin û li dijî êrîşên çekên jehrî yên rejima Esed li hemberî xelqên Sûriyeyê diemilîne bisekinin.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê jî di daxuyaniya duh weşan da êrîşa bi çekên jehrî ku sala par li Xan Şêxûnê qewimîbû, şermezar kir û ji bo bûyerên wiha careke din neqewimin banga hevkariyê kir.
Di êrîşa bi çekên jehrî ya ku rejima Esed di 4ê nîsana sala 2017an da li Xan Şêxûna bajaroka ser Îdlibê bajarê Sûriyeyê li dar xistibû da jin û zarok jî di nav da ji 100î zêdetir merivî can dabû û herî kêm 500 kes jî bi jehrê ketibûn û birîndar bibûn.