06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2015
ANKARA - BIGRAFÎK
Li Suriyeyê rejima Beşşar Esed û rêxistina terorê DAEŞ ji bilî neftê, ji bo ku ceyran û xaza sirûştî jî bi hev re bi kar bînin hevkariyê dikin. DAEŞ dikare ceyran û xaza sirûştî ya Sûriyeyê bibire, lê nabire û piştgiriyê dide Esed.
Di meha mijdarê de ji ber ku Rûsyayê Deyruz Zora ku di destê DAEŞê de bombebaran kiribû, hin xetên neft û xaza sirûştî zirar dîtibûn. Di êrîşan de herêmên di destê rejimê de jî di xetên xaz û neftê zirar dîtibûn. Ji ber vê li herêmên di destê rejima Esed de demek dirêj ceyran hatibû birîn.
Li gor daneyên Bankaya Dinyayê li Sûriyeyê ji nêvî zêdetir ceyran girêdayî xaza sirûştî ye û ji ber vê jî divê xetên boruyê saxlem bixebitin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest xist, Beşşar Esed û rêxistina terorê DAEŞ ji bilî neftê, ji bo ku ceyran û xaza sirûştî jî bi hev re bi kar bînin hevkariyê dikin.
Hat ragihandin ku rejima Esed di nav heftê de tîmek şande herêma Meriyeya li Deyruz Zorê ya di destê DAEŞê ku xetên xaza sirûştî temîr bikin. Ji ber vê anons hat kirin ku bila tu kes êrîşî van kesên ku wê xetan temîr bikin, nekin.
DEAŞê ji ber ku destûr da vê tîmê ku bên xetan temîr bikin nîşan dide ku wan û Esed beriya vê hevdu kirine.
Hat ragihandin ku serbazê ku anons kir di anonsa xwe de got ku heke ew guleya berdin hemû ceyrana Sûriyeyê wê here. Ev nîşan dide ku di destê DAEŞê de li hember rejimê kozeke mezin heye.
Bazirganiya neftê ya di navbera rejima Esed û DAEŞê di van rojên dawîn de di raya giştî ya navneteweyî de gelek hatibû nîqaşkirin. Ji ber ku li Sûriyeyê şerê navxweyî heye û derxistina neftê hema hema hindik maye bê sekinandin û aliyên navneteweyî tengavkirinan dikin, rejima Esed bi DAEŞê re bazirganiyê dike.
Ji herêmên di destê DAEŞê de ne, bi tanker û xetên boruyan ve neftê dikşînin herêmên ku di destê rejimê de ne.
Rêvebiriya Amerîkayê û hin welatên Ewropayê bal kişandibûn bazirganiya neftê ya di navbera Esed û rêxistinê.