06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2015
BERLÎN
Hat ragihandin, Almanya wê ji bo têkoşîna ku bi DAEŞa rêxistina terorê ra tê dayîn, ji Herêma Kurdistana Iraqê ra şandina dijetankên "Mîlan"ê bidomîne.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Almanyayê hat dayîn, "Di paşerojê da ji bo pêşmergeyan alîkarî wê were şandin, di nav alîkariyê da 'Mîlan'ê jî teqez hebin."
Li gor daxuyaniyê jimar û şandina tanksavarên "Mîlan"ê hê ne diyar e û îdiayên ku dibêjin pêşmergeyê dest bidin ser dijetankan hat derewandin. Hat gotin ku ji pêşmergeyan ra herî dawî di dawiya cotmehê da çek hatin şandin û hat gotin ku li ser jimara çekên ku wê werin şandin, hevdîtin didomin.
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyenê destnîşan kiribû ku dijetankên "Mîlan"ê ji bo pêşmergeyan girîng in û wiha gotibû: "Pêşmergeyan bi saya serê roketên Mîlanê DAEŞ def kir." Hatibû îdiakirin ku pêşmergeyan heta niha ji Almanyayê 60 rampayên roketa dijetank "Mîlan"ê û dora hezarî jî muhimatên wê hildaye.
Hatibû ragihandin ku Almanyayê di meha sibatê da ji bo têkoşîna DAEŞa rêxistina terorê wê bi bihayê 13 milyon ewro alîkariya çekan ji herêma Kurdistanê ra bike. Almanyayê par meha îlon û sermawezê da jî bi bihayê 70 milyon ewroyî ji herêma Kurdistanê ra çek û muhimat şandibû, paşê li eyaleta Bavyerayê ji bo bikaranînan çekan 32 pêşmerge perwerde kiribû.