İbrahim Atmaca
2018 ж. 05 сәуір•Rojanekirin: 2018 ж. 05 сәуір
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat ragihandin ku Alîkara Sekreterê Giştî yê Berpirsê Alîkariyên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî Ursula Muellerê ji bo nirxandina krîza însanî ya ku misilmanên Arakanî rast hatin binirxîne, Arakana eyaleta Myanmarê ziyaret kir.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di brîfînda çapemeniyê ya rojane da got ku Muller ji bo ku rasterast rewşa însanî ya li eyaleta Arakanê bibîne, çû Arakanê.
Dujarric diyar kir, ji bo parastina sivîlan, alîkariya însanî û ji bo gîhandina Arakanê neyê astengkirin Muellerê bi Aung San Suu Çiiya Wezîra Karên Derva û Wezîra Dewletê ya ku ji Serokatiya Dewletê Berpirsyar e û rayedarên hikûmetê yên din ra hat bal hev.
Li gor Neteweyên Yekbûyî ji 25ê tebaxa 2017an şûnda hejmara kesên ku mecbûr man û ji Arakanê revîn Bangladeşê ji 700 hezarî derbas bûn. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dîmenên peykê weşandin û îsbat kirin ku bi hezaran gund hatine xerabkirin.
Ji bo ku Arakanî vegerin axa xwe di navbera hikûmetên Myanmar û Bangladeşê da peyman hat îmzekirin, lê ji ber ku ne pêkan e rewşa kesên ji cihê xwe bûne werin belgekirin, ev peyman nayê sepandin.
Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan şideta li ser misilmanên Arakanî wek "paqijiya nijadî" an jî "nijadkujî" bi nav dike.