Nihat Kavşut
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ANKARA
Bozdag: "Çawa li Efrînê YPG/PYDya rêxistina terorê hat paqijkirin niha jî wê ji Til Rifatê bên paqijkirin. Li wir jî em ber bi dawiyê va diçin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag der heqê danezana zîrweya sêalî da wiha got: "Em yekîtî û axa Sûriyeyê nadin perçekirin. Em destûrê nadin ku li Sûriyeyê li ser esasê mezheban guherîn bê kirin. Ev gelek girîng e û di heman demê da herdu dewlet jî tezên ku Tirkiye heta niha diparêze qebûl dikin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: "Em dixwazin Sîncar û herêmên din ji rêxistinên terorê û terorîstan bên paqijkirin. Heger bên paqijkirin ji bona mesele tuneye, lê dema neyê kirin hêz û qudreta Tirkiyeyê heye ku paqij bike."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "Min hêvî dikir ku dema Operasyona Çiqlê Zeytûnê dewam dikir Kiliçdaroglu jî kamuflaj li xwe bikira û piştgiriyê bida Mehmetçikan."
Bozdag: "MÎTê bi operasyonên li derveyî welêt tên meşandin derbeyeke mezin li FETOyê xist. Meseleya li Kosovayê serkeftineke mezin e."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "Pêwistiya dirêjkirina rewşa derasayî li holê ye. Heger Meclis qebûl bike rewşa derasayî wê cardin bê dirêjkirin."
Bozdag: "MÎTê heta niha ji 18 welatan 80 endamên FETOyê anîne Tirkiyê."
Bozdag: "Hilbijartina pêşwext tuneye. Bila her kes hesabê xwe li gor hilbijartinên di adar û mijdara 2019an da bike."