2016 ж. 15 желтоқсан•Rojanekirin: 2016 ж. 15 желтоқсан
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku digel îlankirina agirbesta li Helebê di nav qisawetê da ye ku şer û pevçûn careke din li wir dest pê bike.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Stephane Dujarric ragihand ku ji ber şer û pevçûnê bi hezaran sivîl rasterast li ser xeta agir in û bi deh hezaran kes jî di bin talûkê da ne.
Dujarric destnîşan kir ku li Helebê di navbera hêzên rejim û muxalifan da agirbest pêk hat lê ew hê jî ji ber îhtimala derketina şer û pevçûnê di nav qisawetê da ne û ji ber vê jî bang kir ku bila şer bisekine û sivîlên çar aliyê wan hatiye girtin bila demildest bên tehliyekirin û li gor rê û rêzikên hiqûqa navneteweyî bila li kesên girtî muamele bên kirin.