30 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku perçebûna dewletê, bangewaziyên veqetîn û serxwebûnê qebûl nakin.
Ebadî bi boneya Roja Aşûreyê peyamek weşand û wiha got, "Emê pabendê parastina yekîtiya gelên ereb, kurd, tirkmen, xristiyan, êzidî, şebek û hemî gelên din yê welatê xwe bin. Em perçebûna Iraqê û hemî cure bangewaziyên veqetîn û serxwebûnê red dikin.
Ebadî destnîşankir ku giringiyê didin berjewendî, asayiş û îstiqrara kurdan û wiha got, "Bi mebesta derbasbûna ji pêvajoya terorê ber bi pêvajoya avakirina welatê xweyî mezin, pêvajoya dîsan pêkanîna asayiş û serweriyê emê hewlên xweyî bo biratî û yekîtiyê bidomînin."